Namzedên Çepên Kesk ên Colemêrgê: Serkeftin wê bibe ya me

Namzedên Partiya Çepên Kesk ku li Colemêrgê di mîtîngê de axivîn, got: “Em ê van hilbijartinan bi serkeftinê tacîdar bikin, tecrîdê bişikînin.”

Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de cara duduyan li Colemêrgê mîtîng li dar xist. Namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Vezîr Parlak, Oznûr Bartin, Onûr Duşunmez, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê serdema çûyî Abdûllah Zeydan, parlamenterê Partiya Azadî û Demokrasiyê (BDP) yê berê Hamît Geylanî tev li mîtîngê bûn. Mîtîng, li Qada Komarê ya li navenda bajêr hat lidarxistin. Gel bi cil û bergên neteweyî beriya mîtîngê bi saetan çû qada mîtîngê. Qad bi alên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Ciwanan, bêyî sekin dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “HDP, gel e, gel li vir e”’ berz kirin. Dowîzên li ser “Çapemeniya azad bêdeng nabe”, “Yê li ber xwe dide ez im, gel e” û “Wê dawî bi heybet be” nivîsandî, hatin vekirin.

Bi deh hezaran kes tev li mîtîngê bûn. Mîtîng, bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadî û demokrasiyê dest pê kir. Gava rêzgirtinê, sirûda Çerxa Şoreşê hat gotin.

ÊM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN, AZADIYÊ BÎNIN’

Piştî rêzgirtinê, namzed Onûr Duşunmez wiha axivî: “Ji sala 2019’an ta bi niha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe.  Bi salan e tu agahî ji rêzdar Abdullah Ocalan nayê girtin. Em ê tecrîdê bişikînin û roja Kurdan azad bikin. Em ê hesabê zilma heta niha li Kurdan hatiye kirin, bixwazin. Dawî li desthilata wan hat.”

Namzed Oznûr Bartin, got ku ji bo daxwazên demokratîk ên gel bi cih bînin, ew ê têkoşînê yekcar geş bikin û hesabê pereyê qeyûman ji şaredariyan diziye, bixwazin. Bartin bilêv kir ku ew ê van hilbijartinan bi serkeftinê tacîdar bikin.

SILAV LI ROJNAMEVANÊN GIRTÎ HAT KIRIN       

Namzed Vezîr Parlak, siyasetmedar û xebatkarên çapemeniya azad bi bîr xistin û dest bi axavtina xwe kir. Parlak anî ziman ku hilbijartinên 14’ê Gulanê dîrokî ne û got: “Bi van hilbijartinan wê polîtîkayên sed salan diyar bibin. Em dengên xwe bidin pêşeroj û azadiya xwe. Silav li kedkarên çapemeniyê azad ku hemû binpêkariyên berpêyî gelê me derdixistin holê. Piştî 14’ê Gulanê em ê bikin ku hemû kedkarên çapemeniya azad, hiqûqnas û girtiyên siyasî azad bibin.”

Parlak herî dawî bal kişand ser qedexekirina derketina zozanan û çalakiyan û pirsgirêkên aborî û xwecihî yên li herêmê.

Piştî axavtinan, bi hezaran kesan, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Deng namûs in, namûs nabe ku bê firotin” berz kirin û govend girt.